Başaran: Dixwazin nasnameya Kurdan li ser goristanan tune bikin

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran bi civîneke çapemeniyê bertek nîşan bêrêziya dewleta tirk ya li dijî goristanan da û got; AKP’ê pêvajoya şerê li dijî gelê Kurd li Mûşê bi cenazeyê Ekîn Van da destpêkirin. Başaran diyar kir ku AKP dixwaze nasnameya kurdan li ser goristanan tune bikin.

 

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, li avahiya KCD’ê civîna çapemeniyê li dar xist.

Di civînê de, Parlamenterên HDP’ê yên jin, Endamên meclîsa Jinan a HDP’ê û aktîvîstên TJA’yê amade bûn.

Ayşe Acar Başaran bal kişand ser êrîşên li dijî gor û goristanê zarokên Kurdan û wiha got:

“Deshilata AKP’ê şerê li dijî gelê Kurd bi tazîkirina cenazeyê Ekin Wan a li Gimgima Mûşê jiyana xwe ji dest da, da destpêkirin.

AKP’ê şer bi êrîşa li ser cenazeyan dan destpêkirin.

Bi taybetî Goristana Xerzanê ya Bedlisê cenaze revandin û bi hezaran kîlometre birin Saziya Tipa Edli ya Stenbolê.”

Başaran anî ziman ku niha bi rêya cenazeyan êşkenceya li malbatan dikin û ev tişt anî ziman:

Hêj 267 cenazeyên birine Stenbolê radestî malbatan nekirine.

Destûr nedan ku malbat bi merasiman cenazeyê xwe defin bikin.

Destûr nadin mela li ser cenazeyan nimêj bikin.

Ev pêkanîn di cîhanê de mînakên yekemîn e.

Bi rêya cenazeyan êşkenceyan li malbatan dikin.

Kêlê cenazeyan dişkînin.”

Başaran: Divê Kurd bibin yek û denge xwe bilind bikin

Başaran li dijî van kiryaran îşaret bi yekîtiyê kir û wiha domand:

Îro êrîşa ku li Bakurê Kurdistanê li ser goristanan didomin.

Mîna êrîşên ku çeteyên DAÎŞ’ê ya li hemberî Rojava pêk dianî ye.

Ev siyaset, ev nêrin ji hev ne dûr in.

Her dû jî li ser tune kirina gelê kurd, li ser tune kirina gelan, li ser parçe kirina kurdan xwe saz dikin û mezin dikin.

Ev kesên ji bo pêşeroja gelê kurd berxwedane, dive em jî xwedî li hebûna wan û navê wan derbikevin.

Başaran: Em bibin dengê dayika li ser gora keça xwe nobetê digire

Başaran, bang li gelê Kurd kir ku bi yek helwestî bibin dengê dayîkên ku li ser goran di nobedê dene.

Başaran, herî dawî anî ziman ku îqtîdara AKP’ê di vê pêvajoyê de li Mûş, Wan û Çewlikê êrîşî goran dike û wiha lê zêde kir:

Em hemû jinên ku têkoşîna li dijî şer, têkoşîna demokratîk û azadiya jinê didin bi hevre dengê xwe bikin yek û li dijî van polîtîkayan derkevin.”

Back to top button