Li bajarê Qudûsê 8 welatiyên Îsraîlî birîndar bûn

Vê sibê karwaneke wesayîtan li bajarê Qudûsê bû armanca êrişeke çekdarî.Di encamê de 8 Îsraîlî birîndar bûn û rewşa 2 ji wan giran e.

Piştî peymana agirbestê ya di navbera artêşa Îsraîl û Tevgera Cîhada Îslamî, vê sibê li bajarê Qudûsê êrişeke çekdarî pêk hat.

Rêveberiya Polîsên Îsraîlê diyar kir ku karwaneke welatiyan bûye armanca êrişê.

Rêxistinên Tendirûstiyê jî eşkere ki ku 8 kes birîndar bûne û rewşa 2 ji wan giran e.

Hat gotin, kesê êrişkar ji cihê bûyerê dûr ketiye û polîsan dever dorpêç kirine.

Heta niha ti alî berpirsiyariya êrişê negirtiye ser xwe.

Hefteya derbasbûyî artêşa Îsraîlê di bin navê bersivdayînê de, êrişî bajarê Xezayê kir.

Di encamê de herî kêm 49 Filîstînî jiyana xwe ji dest dan.

Di nava wan de zarok û fermandarên Cîhada Îslamî jî hebûn.

Şerê herdû aliyan, bi navbênkariya Misrê rawestiya.

Back to top button