Artêşa Tirk a dagirker gundên Şêrawa û Şehbayê topbaran dike

Êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên berdewamin vê êvarê artêşa Tirk a dagirker gundên navçeya Şêrawa û Şehbayê bi djiwarî topbaran kirin.

Hêzên dagirker gundên Aqîbe, Bênê û Xirbikê û Ziyaretê yên Şêrawayê û gundên Semoqa, Herbil û Wehşiyê yên Şehbayê topbaran kirin.

Her wiha beriya topbaranê li gorî çavkaniyên herêmî ji bajarê Efrînê ragihandin ku hejmarek top li navenda bajar ketin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji bajarê Efrînê dane, jêdera topbaranê nehat nas-kirin.

Têkildarî ziyanan, heta niha agahî ne-hatin bidestxistin.

Back to top button