QSD: Nûçeyên ku dibêjin hêzên me Efrîn topbaran kiriye ne rastin-HAT NÛKIRIN

Têkildarî êrîşa li ser navenda bajarê Efrînê Berpirsê Navenda Ragihandina QSD’ê Ferhad Şamî bi daxuyaniyekê ragihand nûçeyên dibêjin QSD’ê ev êrîş pêk aniye ne rast in.

Ferhad Şamî diyar kir ku hinek dezgehên ragihandinê nûçeyên dûrî rastiyê belav dikin û tekez kir ev nûçe ne rast in û hêzên wan li wan herêman tune ne.

Di dawiyê de bang li hemû dezgehên ragihandinê hat kirin ku di belavkirina nûçeyên derbarê hêzên QSD’ê de baldar bin.

Mezlûm Ebdî: Em êrîşa li ser nexweşxaneyê şermezar dikin

Her wiha Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî jî li ser hesabê xwe yê twîterê bi peyamekê êrîşa li ser nexweşxaneya Efrînê şermezar kir.

Ebdî got:

“Ti têkiliya hêzên me bi vê êrîşa li ser nexweşaneyê tune ye û em wê şermezar dikin.

Armanc girtina nexweşxaneyan derveyî qanûnên navdewletî ye.”

Back to top button