PDK’ê şandeya Hevpeymana Navneteweyî girt

Hevpeymana Navneteweyî diyar kir ku du endamên wan dema ji bo lêkolîna mafên mirovan ên li herêmên şer lê hene çûne Başûrê Kurdistanê, li wir hatine girtin.

Hevpeymana Navneteweyî daxuyaniyeke kurt da û diyar kir ku şanedya wan a ji 2 kesan pêk tê îro ji aliyê Ewlekariya li balafirxaneya Başûrê Kurdistanê hatine girtin.

Hevpeymanê bal kişand ser vî tiştî ku heyet li dinyayê ji bo lêkolîna rewşa herêmên şer dixebite û ji bo vê armancê çûye Başûrê Kurdistanê.

Hevpeymana Navneteweyî diyar kir wê derbarê meseleyê daxuyaniyeke berfireh belav bike.

Back to top button