Di 10 mehan de li derya Egeyê 2500 koçber xeniqîne

Roja Pêncşemê keştiyek penaberan Li Deryaya Egeyê noqî avê bû, herî kêm 11 kes mirin Rêxistina Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) diyar kir ku di 10 mehan de li peravên derya Egeyê 2500 kes dema xwestine ji peravên ji Tirkiyê yên Egeyê biçin Yewnanistanê xeniqîne.

Koçber gelek caran hewl didin ku ji peravên Tirkiyê yên Egeyê an jî dewletên din ên li rojhilatê Derya Spî xwe bigihînin axa Yewnanîstan an jî Îtalyayê.

Roja pêncşemê keştiyek ku zêdeyî 100 koçberî barkirî bû, ber bi Yûnanistanê ve bi rê ket.

Keştî berî ku bigihêje, cihê xwe di deryaya Egeyê ya Yewnanistanê noqî avê bû.

Derket holê jimarek ji van kesên di vê keştiyê de jî kurd bûn e.

Rayedarên Ewlekariya Peravê yê Yewnanistanê têkildarî bûyera roja pêncşemê agahî dan.

Rayedaran diyar kir ku wan heta niha cenazeyê 11 kesan dîtine, 90 kesên ku karîbûn xwe li girava biçûk rizgar bikin birine saziyê ewlehiyê.

Rayedarên Yewnanistanê ragihandin ku di nava kesên hatin rizgarkirin de 27 zarok û 11 jin hene.

Rayedaran diyar kirin ku lêgerînên wan ê rizgarkirinê berdewam dike, ji ber berî ku binav bibe hîn ne diyar e çend kes di keştiyê de bûn.”

Berî çar rojan jî, 21’ê Kanunê, li nêzî girava Vulîgandrus a Yunanîstanê keştiyek noqî avê bû.

Di wê keştiyê de jî 70 penaber hebûn û ji wan 60 kurd bûn.

Rojnamevan Şaşwar Mamê: Kurdên Başûr ji ber gendeliyên desthilatê ji welat derdikevin

Rojnamevanên Başûrê Kurdistanê Şaşwar Mamê li ser hesabê xwe yê twîterê dîmenê kurdên ku roja pencşemê deryaya Egeyê de xemigîne parvekir.

Şaşwar Mamê diyar kir ku welatiyên Başûrê Kurdistanê ji ber rewşa siyasî û aborî, zilm û gendeliyên Hikûmeta Başêrê Kurdistanê ji welat derdikevin.

Rêxistina Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) jî bûyera herî dawî weke karesata herî mezin a îsal a li Derya Egeyê pênasekir.

Rêxistina Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) diyar kir ku di 10 mehan de li peravên derya Egeyê 2500 kes dema xwestine ji peravên ji Tirkiyê yên Egeyê biçin Yewnanistanê xeniqîne.

Back to top button