Çalakiya li Sêmalkayê..82 rojin malbat li benda cenazeyên zarokên xwe ne

Çalakiya konvedanê ya malbatên gerîlayên şehîd a li Sêmalkayê 82 roj li pey xwe hişt.

Zêdeyî 2 meh û nîv in malbatên gerîlayên şehîd li Sêmalkayê li benda cenazeyên zarokên xwe ne.

Tevî sermaya zêde lê malbat di dewamkirina çalakiya xwe de bi israr in.

PDK’ê ya ku zarokên wan şehîdxistine heya niha ne cenaze radest kirine û ne ti bersivek jî dane..

Berevajî wê deriyê Sêmalkayê di rûyê wan malbatan de girt.

Bê guman piştgiriya bi malabatan re didome, rojane şênî ji herêmê ber xwe didin wir û dengê xwe tevli yê malbatan dikin.

Back to top button