Ferhad Şamî: Hêzên me serçeteyekî DAIŞ’ê girt

Berpirsê Navenda Ragihandina QSD’ê Ferhad Şamê ragihand ku hêzên wan serçeteyekî DAIŞ’ê girtine.

Ferhad Şamî li ser malperên xwe yê Facebook û Twiter ragihand ku hêzên wan serçeteyekî DAIŞ’ê girtine.

Li gorî Ferhad destê vê serçeteyî di gelek êrişên li dijî herêmê de heye, ji wan jî êrişa 2014 ya li dijî Kobanê..

Her wiha gelek komkujî li dijî pêkhateyên li herêmê pêk aniye..

Ferhad Şamî anî ziman ku ew ê mukurhatina vî serçeteyî di demekê nêz de belav bikin.

Back to top button