“Bêdengiya garantoran hevkariya wan bi Tirkiyê re eşkere dike”

Endamên Nivîsgeha Jinan a (MSD) diyar kir ku bêdengiya dewletên garantor dihêle ku dewleta Tirk sûcên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xurt bike. Jinan her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hember van êrîşan weke hevkariya eşkere bi dewleta Tirk re, pênase kir.

Endamên Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a navçeya Şedadê diyar kir ku dewletên derve bi bêdengiya xwe, dixwazin temenê aloziya Sûriyê bo berjewendiyên xwe dirêj bikin.

Di nava bêdengiya cîhanê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ev nêzî 4 mehên neşkenandî bi çekên giran, êrîşê tînin ser navçeya Eyn Îsayê.

Dewletên ku qaşo garantoriyê li herêmê dikin, mîna Rûsya jî bi bêdengiya xwe kêfxweş e.

Endama nivîsgehê Ebîr El-Salih destnîşan kir ku hevkariya dewletên garantor bi dewleta Tirk re dihêle ku sûcên xwe li Eyn Îsa û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xurt bike.

Dewletên derve li şûna ku aloziya Sûriyê çareser bikin, ew agirê wê hîna gurtir dikin.

Em dibînin ku hevaltiya dewletên garantor mîna Rûsya bi Tirkiyê re, dihêle ev dagirker asta sûc û hovîtiya xwe li dijî herêmê xurtir bike.

Li gorî min, rêya tekane ya çareserkirina aloziya Sûrî, Rêveberiya Xweser e.

Ji ber ev rêveberî tevî temenê xwe yê biçûk, dupat kir ku dikare vî gelî biparêze.

Endama heman nivîsgehê Intîsar Hesen jî teqez kir ku armanca êrîşan, têkbirina aramî û ewlehiya herêmê ye, her wiha tirsê di nava şêniyan de ava bikin û guhertina demografî li herêmê çêkin.

Di demên dawî de, êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê zêde bûne.

Ev yek jî bi armanca derxistina tevlihevî û ftineyê û têkbirina aramî û ewlehiya herêmê ye.

Her wiha armanca wan ku şêniyan neçarî koçberiyê bikin.

Jixwe li herêmên dagirkirî mîna Efrîn û Serê Kaniyê, asta sûcan aqil derbas kiriye.

Endamên Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di dawiyê de, bêdengiya navneteweyî ya li hember van êrîşan, li hevkariya eşkere ya bi dewleta Tirk re vegerandin.

Back to top button