Li Bexda Konferansa Jinan a Navneteweyî tê lidarxistin

Bi wesîleya salvegera 8. ya komkujiya Şengalê Konferansa Jinan a Navneteweyî ya Qirkirina Jinên Êzidî di dirûşma ‘Bi vîna azad a jinê em li hemberî jenosîda Şengalê têdikoşin’, li Bexdayê hat lidarxistin.
Di Konferansê de bal hat kişandin ser qirkirina li ser civaka Êzidî û taybet jinên Êzidî. Her wiha hat xwestin ku komkujî di asta navnetewî de weke jenosîd bê naskirin.

Bi rasthatina salvegera 8’an a Fermana 74’an a li ser Şengalê li Bexda Konferansa Jinan a Navneteweyî ya Qirkirina Jinan (Jinên Êzidî) bi dirûşma ‘Bi vîna azad a jinê em li hemberî jenosîda Şengalê têdikoşin’, hat lidarxistin.

Konferans bi hevkariya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û tevlîbûna jinên Iraqî hate organîzekirin.

Di konfransê de, jinên ji Iraq, Rojhilata Navîn û Cîhanê amade bûn.

Di destpêka Konferansê de, li ser komkujiya Şengalê, sinevizyonek hat pêşandan.

Buşra Ebû Eys: Çeteyên DAÎŞ’ê li dijî Êzidiyan jenosîd pêk aniye

Piştre, Endama Komîteya Amadekar Buşra Ebû Eys axivî û diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî Êzdiyan jenosîd pêk aniye û got:

Jin bi hevgirtina xwe êdî hêza xwe avakirine û nahêlin careke din ferman dubare bibin.

Zînda Êzidxan: Qirkirina li ser Êzidiyan hê jî didome

Paşê jî Endama Yekîneyên Jinên Şengalê Zînda Êzdîxan axivî û destnîşan kir ku bi nêzîkbûna fermana 74’an hê jî qirkirina li ser Êzidiyan didome.

Li ser navê Hevgirtina Demokratîk a Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê NADA Hîba Hedadîn ji konferans

Jûlîada Aram: Jinên Êzidî bi yekîtî û rêxistinbûna xwe dikarin bigihêjin armancên xwe

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd li Rûsyayê Jûlîada Aram konferans silav kir û diyar kir ku jinên Êzidî bi yekîtî, rêxistinbûn û zanîna xwe, dikarin bigihêjin armancên xwe.

Di konferansê de li ser mijarên, li ser rewşa jinên êzîdî û qirkirina jinan, 5 panel hatin dayîn.

Di panelan de bal hat kişandin ser binpêkirina mafên mirovan ji aliyê Iraq, Îran û Tirkiyê ve û hat gotin ku ev dewlet pabendî peyamên mafên mirovan ku îmze kirine, nabin.

Her wiha bal hat kişandin ser xwerêxistinkirina jinên êzîdî ya piştî komkujiya DAIŞ’ê û avakirina hêza xwe ya parastinê.

Û hat xwestin ku komkujiya ku 2014 li dijî êzîdiyan hatî kirin weke jenosîd were naskirin.

Her wiha bêberpirsyarbûna civaka navnetewî ya li hemberî vê komkujiyê jî hat rexnekirin.

Her wiha li çîrokên jinên ku ji destê DAIŞ’ê rizgar bûne jî hat guhdarkirin û behsa tûndiya li ser jinan jî hat kirin.

Konfrans bi encamnameyekê bi dawî bû.

Back to top button