Meclisa rêveberiya xweser: makenîzmeya dabînkirina zirarên cotkaran diyar kir

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser mekanîzmaya dabînkirina zirarên cotkarên ku zeviyên wan şewitîne, diyar kir.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser duh biryarek der barê mekanîzmaya dabînkirina zirarên cotkarên da.

Hemû cotkarên ku zeviyên wan şewitîn, tov bê pere ji navendên belavkirinê yên girêdayî Desteya Aborî û Çandiniyê werdigire.

Cotkarên ku zeviyên wan şewitîne ji heman tovên ku çandibû werdigirin.

Rêveberiyê dema pêkanîna vê mekanîzmayê diyar nekir.

Havîna derbasbûyî li herêmê agir bi geleke zeviyan ketibû.

Di encama şewatê de rûbereke mezin ji zeviyên çandiniyê li herêmê şewitî.

Bi şewata zeviyan re zirareke mezin gihîşt cotkaran.

Di civîna meclisa rêveberiyê ya 4 Tîrmehê de biryar da ku ew ê berdêla zirarên Cotkaran bide.

Leave a Reply

Back to top button