Li Cindirês û Şerayên du avahiyên din ên mêtîngeriyê tên avakirin

Jimara avahiyên mêtîngeriyê li Efrîna dagirkirî roj bi roj zêde dibin.
Herî dawî dagirkeran dest bi avakirina du avahiyên din ên mêtîngeriyê li Cindirês û Şerayê dike.

Ajansa Hewarê li gorî çavkaniyên xwe ragihand dewleta Tirk li gundê Axçelê yê Cindirêsê û gundê Omara yê Şerayê erdên çandiniyê kolandine.

Ev yek jî ji bo avahiyên mêtîngeriyê li wan deveran werin avakirin.

Heta niha jimarek ji van avahiyên mêtîngeriyê li Efrîna dagirkirî hatine çêkirin.

Armanc jî ji avakirina wan, bicihkirina malbatên çeteyên û kesên ji derve li Efrînê ye.

Bi avakirina van avahiyan, dewleta Tirk û çeteyên xwe guhertina demografiya Efrînê didomînin.

Ev hemû jî bi destek û alîkariya şîrketên Kiwêt û Qeterî diçe serî.

Ji wan jî rêxistinên bi navê “Eyadî El-Beyda” û “Îş Bîkerama” yên welatên navborî.

Back to top button