Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek gundên bakurê Til Temirê topbaran dikin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Qibor El-Qercine û Derdara û gundê Til Şenan a asûrî ya li bakurê rojhilatê Til Temirê bi mûşekan topbaran dikin.
Her wiha li gorî agahiyan derdora baregeha Rûsya ya li bakurê navçeyê tê topbaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirke û çeteyên wê mezreya Zîban a dikeve rojavayê navçeya Zirganê jî bi çekên giran topbaran dikin.
Topbaran heya belavkirina vê nûçeyê jî berdewam dike