Dewleta Tirk îro careke din êrişî herêmê kir.
Vê carê jî gundê Şehba topbaran kir.
Dewleta Tirk îro gundên Wehşiyê û Kefer Qarsid ên Şehbayê topbaran kirin .
Heman dagirkerî derengî şevê nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li li balafirgeha Minix a Şehbayê bombebaran kir
Di encamê de ziyanên madî çêbûn.
Di encama êrişa li ser Til Temirê de welatiyek birîndar bû
Her wiha balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk gundê Xîbiş ê Til Temirê bombebaran kir.
Di encamê de welatiyek birîndar bû.
Di heman çarçoveyê de gundên Şewarxa û Tat Meraş ên Şera jî topbaran kirin.
Zêdetirî 200 top li herêmê ketin.