Li dijî tecrîdê wê sibê şêniyên Qoserê dest bimeşê bikin

Sibê wê Kurdên li Bakurê Kurdistanê li dijî tecrîdê ji navçeya Qoser a Mêrdînê heta navçeya Gemlîkê a Bajarê Bûrsa yê li Tirkiyê bimeşin

Meş wê bi pêşengtiya KCD, HDP, DBP û gelek rêxistiên kurdî de bi dirûşma “Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin” wê pêk bê.

Meş dê ji du milan pêk bê. Milek ji Gevera Colemêrgê û milek jî ji Qosera Mêrdînê dê pêk bê.

Hevserokê DBP’a Mêrdînê Şerafettîn Aslan da zanîn Komploya Navdewletî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Ocalan jî kir ku ev komplo li dijî gelê kurd e.

Aslan destnîşan kir ku ji bo çareserkirina meseleya kurdî hevdîtina bi Ocalan re bivênevê ye û got:

“Divê parêzerên û malbata wî hevdîtinê pê re bikin. Divê dengê wî bigihê gelê kurd.

Ger dilê dewletê û çareserkirina vê pirsgirêkê hebe, rêbaza vê yekê birêz Ocalan e.

Hevserokê HDP’a Qoserê Mehmet Fatîh Ozturk jî da zanîn ku amadekariyên meşê temam kirine û bang şêniyên li Qoserê kir ku bi awayeke xurt tevlî meşê bibin.

Parlamentera HDP’ê a Êlihê ji bo meşa Gemlîkê ya li dijî tecrîdê bang kir

Back to top button