Şêx û rûspiyên êlên kantona Reqayê destnîşan kir ku armanca hedefgirtina fermandarên QSD’ê û kesayetên civakî li Dêrazorê, têkbirina ewlehî û aramiya herêmê ye û diyar kir ku helwesta êlên Ereb diyar e ku dagirkirinê red dikin.
Rûspiyê El Bû Esaf şêx Hemed El Qeraceh diyar kir ku êrişên li dijî herêmê komplo ne û delîla lawazbûna hêzên hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker li hember pergala Rêveberiya Xweser û QSD’ê ye.
El Qeraceh bal kişand ser helwesta êlên Ereban û got:
“Helwesta me diyare nayê guhertin; serî ji dagirkerî û ajandeyên derve re em natewînin.
Emê bi rêya ciwanên xwe yên tev li QSD’ê bûne, parastina herêmê û pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bikin.”
Rûspiyê êla El Xanim El Zahir Mistefa Ebdî jî got:
“Hedefgirtina siyasetmedaran, leşkeran, kesayetên civakî, êlî ji aliyê hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker ve, lewazbûna wan nîşan dide wê neghîjin armancên xwe.”
Xelkê Dêrazorê: Em bi projeya Rêveberiya Xweser ve girêdayî ne