Girtî Topkaya: Em destûr nadin tecrîda li Îmraliyê normalîze bibe

Çalakiya greva birçîbûnê a bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” di roja 41’an de ye.
Ji dîlgirtiyê azadiyê Ahmet Topkaya peyamek şand û got: “Em destûr nadin ku tecrîda li îmraliyê normalîze bibe.”
Bi heman awayî çalakiyên malbatên girtiyan jî dewame.

Ahmet Topkaya yê li Girtîgeha Edeneyê tê ragirtin bi telefonê bi malbata xwe re axivî.

Topkaya diyar kir ku ew tecrîdsa li ser Rêber Apo qebûl nakin û got:

“Em destûr nadin ku tecrîda li îmraliyê normalîze bibe.
Îro tecrîda li Îmraliyê li dijî Serokatî tê kirin, li gelê kurd jî tê kirin.
Em dikarin encax bi mezinkirina rêxistinkirina xwe vê zilmê û dagirkeriyê bişikînin.”

Girtî Topkaya: Divê herkes bi hestiyarî tevbigere

Topkaya, balkişan ser çalakiyên greva birçîbûnê ku li girtîgehan hatine destpêkirinê û got:

“Ev gerv wê veguherin asteke din. Çawa ku hevalên me li dora Rêber Apo bûn xeleka ji agir tu fikarên me jî yên wisa nînin.”

Topkaya bang li herkesî kir ku di vê mijarê de hesas û hestiyar bin.

Li Geverê panela tecrîdê: Bi azadiya Abdullah Ocalan wê aştî bê nava gelan

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Colemêrgê jî di heman çarçoveyê de li Geverê panelek li dar xist.

Di panelê de hat destnîşankirin ku heta Rêber Apo bi awaykeî fizîkî azad nebe wê têkoşîn bidome.

Çalakiya greva birçîbûnê a girtiyan di roja 41’î de ye

Back to top button