Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Tebqayê dest bi wergirtina genim ji cotkaran kir.
Genim tenê li depoya Ebû Asî tê hilgirtin, lê depoyên Hinêde, El-Cerniyê û El-Mensûra ji ber wêranbûnê ji xizmetê derketin e.
Hevserokê Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Tebqayê Ebdulbasit El-Şêxan diyar kir ku bi hevkariya Gerînendeya Çandiniyê û Yekitiya Cotkaran em genim ji cotkaran werdigirin.
Her wiha Ebdulbasit El-Şêxan anî ziman ku îsal pirraniya cûreyê genim ji pileya çaran e ku kalîteya wê jî lawaz e, sedem jî barana kêmbû.
Divêyabû 20’ê Gulanê genim li Tebqayê bihatana wergirtin, lê ji ber xebatên çak-kirina depoyan dema wergirtinê hate taloqkirin.