14 roj in şêniyekî Dêrikê li ser “Pêşxabûrê” girtî ye û agahî jê tune ne

Ji 7 Hezîranê de, welatiyê Rojavayê Kurdistanê Ciwan Ebdulkerîm li ser dergeha Pêşxabûrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye revandin û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Ev 14 roj in, ciwan ji bajarê Dêrikê girtî ye û çarenûsa wî ne diyar e.

Ciwan Ebdulkerîm, ji bo dermankirina dayîka xwe ya nexweş berê xwe dide Başûrê Kurdistanê, lê li ser sînor tê girtin.

Li gorî agahiyan, ji ber Ciwan berî niha di nava Rêveberiya Xweser û YPG’ê kar kiriye, hatiye girtin û tu agahî jî, jê nayên bidesxisitin.

Back to top button