Dagirker alavên xwe dihêlin û direvin

Li herêma Metîna leşkerên artêşa dagirker ji ber derbên gerîlayên azadiyê alavên xwe li piş xwe hîştin paşpaşkî reviyan.

Dewleta Tirk ku hewilda devera gundê Kesê yê herêma Metîna dagir bike, lê rastî bersiva tund a gerîla hat.

Di encam bersivdayîna gerîla de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin.

Her wiha leşkerên dagirker gelek alavên xwe jî li pişt xwe hiştîn û reviyan.

Gerîleyekî ku tevlî çalakiyê bibû ev tişt anî ziman:

“Bila dijmin baş zanibe ku em ê vê qadê li wan bikin goristan.

Balafirên keşfê yên dijmin hîn li ser me digerin, lê belê çi dikin bila bikin wê nikaribin berxwedana me têk bibin.”

Ji dîmenên ku gerîleyan piştî şer kişandine diyar dibe ku çawa dagirker reviyane alavên xwe yên jiyanî, yên xwarinî û yên şer li pişt xwe hştine.

Back to top button