Ne bes bû bi awayekî hov ew şehîd xistin, niha jî ji ber axaftinên wan ên li merasîmê, polîsên AKP’ê gefê li malbata Denîz Poyraz dixwin.
Ji ber axaftin û dirûşmên li merasîmê, polîsên AKP’ê gef li malbata Poyraz xwarin.
Xizmekî malbatê ku ji ber ewlekariyê navê xwe eşkere nekir, ji ajansa Mezopotamyayê re axivî û eşkere kir “Li Mizgeftê û di dema nimêja cenaze de yek ji polîsên li derdorê hat gel û jê re got ‘we şaşitî kirin. Abdullah Poyraz di daxuyaniya xwe de propaganda PKK’ê kir. Em ê vê yekê jê re nehêlin’.”
Niha û piştî ku keça malbaê şehîd xistin, hikumeta AKP’ê li malbatê jî gefan dixwin û zextê li wan dikin.
Denîz Poyraz, li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê 17’ê Hezîranê hat şehîdxistin û cenazeyê wê piştî rojekê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.