Rûniştina doza 12 rojnamevanan hat lidarxistin

Doza 10 jê girtî 12 rojnamevanan îro li Dadgeha Cezayê Giran a 4’an a Enqereyê hat lidarxistin. Diruniştinê de rojnamevan diyar kirin ji ber ew di nava sînorên desthilatê xêzkirin de nûçeyan çênakin lewma tên darizandin.

Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, di 29’ê Cotmeha 2022’yan de 12 rojnamevan hatibûn girtin.

Rûniştina ewil a doza derbarê Rojnamevanan de îro li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dest pê kir.

Komelaya rojnamevanan DFG jî di nav de gelek sazî û rêxêstinên sivîl runiştin şopandin.

Piştî destpêkirina rûniştinê rojnemavan parastina xwe kirin.

Rojnamevanên girtî: Em li gorî wîjdanê xwe nûçeyan çêdikin

Yek ji Rojnamevanê girtî Emrûllah Acar diyar kir ku ji bo ew heqîqetê binivisîne dixebite:

Emrullah Acar anî ziman ew li gorî wîjdanê xwe nûçeyan çêdikin û got: Em ji kesî ferman nastînin. Em bi îradeya xwe nûçeyan çêdikin.”

Midûra Karên Nivîsan a ajansa Mezopotamyayê Dîren Yurtsever jî di danişînê de parastina xwe kir û wiha got: “Em di di nava sînorên desthilatê xêzkirin de nûçeyan çênakin lewma tên darizandin.”

Bang ji bo danişîna doza rojnamevanên girtî

Back to top button