Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, di 29’ê Cotmeha 2022’yan de 12 rojnamevan hatibûn girtin. Rojnamevanan û rêxistinên pîşeyî, berî danişîna hevpîşeyên xwe yên girtî bang kirin ku cihê rojnamevanan ne kursiya bersûcan e, navendên nûçeyan e.
Wê danişîn van rojnamevanan li Dadgeha Cezayê Giran a 4’an a Enqereyê bê lidarxistin.
‘Heya hevalên me azad nebin, dê têkoşîna me bidome’
Rojnamevan Eren Guven ku got ku mantiqa “bila kurd dêya xwe nebîne” ji bo dosyeya rojnamevanan jî derbasdar e û wiha anî ziman:
“Em ê her tim li dû heqîqetê bin, em ê her kelepora çapemeniya azad zînde bihêlin.
Heya hevalên me azad nebin, dê têkoşîna me bidome.”
‘Rojnamevanî ne sûc e’
Nûnerê Herêmê yê DÎSK Basin Îşê Tûrgût Dedeoglû jî axivî û diyar kir ku rojnamevanî ne sûc e û ji bo beşdariya li danişînê bang kir.
Koordînatorê Mudaxileya Lezgîn a Azadiya Çapemeniyê (MFRR) Gurkan Oztûran jî bang kir ku, cihê rojnamevanan ne kursiya bersûcan e, navendên nûçeyan e.
DFG û MKGP Têkildarî 16 rojnamevanên girtî li ber edliyeya Amedê daxuyanî dan