Şandeyeke Zelanda nû serdana Rojava kir

Roja pêncşema şandeke hikûmeta Zelanda Nû serdana Rojava kir.
Di rûniştinê de rewşa li Sûrî bi giştî taybet herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî hat nîqaşkirin.
Dawiya civînê de Rêveberiya Xweser zarokekî ji malbatên DAIŞ’ê radestî şandeyê kir.

Şande ji serokatiya James Monroe nûnerê taybet ê konsulxaneya hikûmeta Zelanda Nû pêk dihat.

Ji aliyê Cîgrê Hevserokê Daîreya Têkiliyên derve û berdevka YPJ’ê ve hat pêşwazîkirin.

Di rûniştinê de herdû aliyan behsa rewşa Sûrî û rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî nîqaş kirin.

Her wiha behsa Însyatîfa Rêveberiya Xweser a çareserkirina aloziya Sûrî jî hat kirin.

Bê çawa Însyatîf bi rengekî erênî tê nirxandin ji gelek aliyan ve.

Zarokek DAIŞ’î radestî şandeyê hat kirin

Cîgrê Hevserokê Daîreya Têkiliyên Robêl Beho tekez kir ku divê êdî civaka navnetewî bi erka xwe rabe.

Dawiya civînê de Rêveberiya Xweser zarokekî ji malbatên DAIŞ’ê radestî şandeyê kir.

Back to top button