Çavdêrên navneteweyî yên ku hilbijartinên 14’ê Gulanê şopandin, diyar kir ku di pêvajoya hilbijartin de, di navbera namzed û partiyan de, wekhevî û edalet tinebû.
Çavdêriya hilbijartinan a navneteweyî ya hilbijartinan, Saziyên Demokratîk û Buroya Mafên Mirovan (DKHB) ên AGÎT’ê, 264 pispor erkdar kirin.
Endamên erka çavdêriyê ya hevpar, piştî tûra yekemîn a hilbijartinê, têkildarê xebatên çavdêriyê, li Enqereyê civîn bi çapemeniyê re li dar xist.
Di civînê de hate diyar kir ku ji bo birêvebirina hilbijartinan bi awayekê demokratîk, zemînek yasayî nîne.
Çavdêran: Desthilatê rewşa heyî ya neheq sûdgirt
Her wiha çavdêran destnîşan kir ku serokkomarê heyî û partiyên desthilatê rewşa heyî ya neheq sûd girtin û ev nirxandin kir:
” Bi sînordarkirina hatina ba hev, azadiya birêxistinbûn û derbiranê ku berdewam in, hat astengkirin.
Hin siyasetmedarên muxalîf û partî û civaka sivîl û medya hatin astengkirin.”
Çavdêran diyar kir ku di pêvajoya hilbijartinan de, di navbeyna namzed û partiyan de derfeta kampanyayeke adilane û wekhevî nîn bû.