Fîxan Hîmo: Eger em çanda xwe neparêzin emê nasnameya xwe jî winda bikin

Hezkerê çanda Kurdî Fîxan Hîmo bi armanca parastina çanda Kurdî û ligel derfetên wî yên kêm muzexaneyeke biçûk li mala xwe vekir.
Hîmo diyar kir ew dixwaze muzexaneyeke li ser asta Rojavayê Kurdistanê veke û bang li aliyên pêwendîdar kir ku alîkariya wî bikin da ku vê xewnê pêk bîne.

Her gelek bi çanda xwe tê naskirin û eger ev çand neyê parastin wê nasnameya wî gelî winda bibe.

Çanda gelê Kurd jî bi zengînbûn û bi kevinbûna xwe tê naskirin.

Lê bi sedema parçekirina Kurdistanê û serpêhatiyên ku di encamê wê de qirkirina li ser gelê kurd hatin kirin, her ku dem diçe winda dibe.

Şêniyê bi navê Şahir Mihemed yê ji gundê Hîmo û yê ku bi navê Fîxan Hîmo tê naskirin ji bo parastina çanda kurdî di sala 2004`an de dest bi xebata lêkolîna li ser wêje û çanda kurdî kiriye û di sala 2011`an de wekî muzexaneyeke biçûk li mala xwe vekiriye.

Fîxan da zanîn ku armanca wî ji vekirina muzexaneyê û lêkolîna li ser wêje û çanda kurdî ew e ku çanda kurdî biparêze.

Di muzexaneyê de Hîmo amûrên kevin yên çandiniyê û yên ku di malan de dihatin bikaranîn kom dike û belge dike. Her wiha nav û dîroka wan jî eşkere bike.

Li gorî Fîxan eger em çanda xwe neparêzên em ê bi demê re nasnemaya xwe jî winda bikin.

Fîxan Hîmo di dawiyê de diyar kir ku ew dixwaze muzexaneyeke li ser asta Rojavayê Kurdistanê veke û bang li aliyên pêwendîdar kir ku alîkariya wî bikin da ku vê xewnê pêk bîne.

Back to top button