Di çalakiyên gerîla yên li Zapê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, derb li 3 çeperan hate xistin.
Li Heremên Parastina yên Medya û Başûrê Kurdistanê Gerîlayên Azadiyê li dijî dagirkeriya Tirk berxwedaniyek dîrokî raber dike
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da.
HPG’ê ragihand 5’ê Tebaxê li herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl hêzên wan 5 caran bi çalakiyên cuda li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dan.
Di encama çalakiyên di bin pêşengiya gerîlayên YJA Starê de 2 leşkerên arteşa dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.
Her wiha derb li 3 çeperan jî hate xistin.
HP’ê da zanîn 3’ê Tebaxê li herêma Metînayê jî gerîlayan li Girê Ortê bi çekên giran li dagirkeran xistin.
Têkildarî êrişên dagirkeriya arteşa Tirk jî HPG’ê di dawiyê de got:
Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl dehan caran bi topan hatin bombekirin.”



