Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku hevrêya wan Ardem Ararat şehîd bûye.Wiha behsa kesayeta cangoriya azadiyê kir:”Hevrêya me Ardem li ser xeta fedaîtiyê şer kir û bû mînakeke bêhempa ya milîtaniya Apoyî. Bi têkoşîn û sekna xwe, nasnameya jin a azad temsîl kir.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlaya li Garzana şehîd bûye eşkere kir.
HPG’ê sersaxî ji malbatê re xwest û got:
“Milîtana şareza ya xeta azadiyê ya jinê û îdeolojiya Apoyî, fermandara me ya hêza Ardem Ararat 1’ê Tebaxa 2023’an şehîd ket.
Di serî de serê malbata meya hêja ya fermandara me ya leheng Ardem Ararat bila serê tevahiya gelê me yê Kurdistanê sax be”
Navendê balkişand li ser sekna şehîd Ardem ararat û ev nirxandin kir:
“Hevrêya me Ardem di nava 7 salên dawî de bi taybetî meha dawî li hemberî her cûre teknîka artêşa Tirk a dagirker li ser xeta fedaîtiyê şer kir û bû mînakeke bêhempa ya milîtaniya Apoyî.
Bi têkoşîn û sekna we, nasnameya jin a azad bi rengekî hêja temsîl kir.
Hevrêya me Ardem careke din nîşan da ku jin a ku bi milîtaniya PAJK’ê û şervaniya YJA Starê re azad bûye, di nava ti şert û mercî de nikare ji aliyê mejiyê bi serweriya mêr ve teslîm bê wergirtin.
Em soz didin ku di têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna hevrêya xwe Ardem derkevin.”
Navendê dazanîn ku şehîd Ardem dema ku dijminê mirovahiyê çeteyên DAÎŞ’ê yên faşîst êrîşî Mexmur û Kerkûkê kir li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşîya û bû xwedî kedekî mezin
HPG’ê teqez kir ku wê eew rihê berxwedêr ya jina Kurd Rindexanan heta Arjîn Garzan, Jînda Ozgur û Ardem Araratan wê her tim bidome.
Navendê agahiyên li ser nasnameya şehîd Ardem Ararat parvekir û got:
Nasnav: Ardem Ararat
Nav paşnav: Sûltan Orûç
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-: Hayriye
Bav: Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 1’ê Tebaxa 2023 / Garzan



