“Agirê Newroza Cindirêsê berdewama berxwedana gelê Kurd e”

Li dijî komkujiyan Cindrêsê bertek zêde dibin.
Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Xoce helwesta xwe nîşan da û got:
​​​​​​​”Agirê Newroza Cindirêsê berdewama berxwedana gelê Kurd e..”

Ehmed Xoce diyar kir ku şehîdên komkujiya Cindirêsê bi agirê ku vêxistine îsbat kir ku berxwedana Kurdan dewam dike..

Ehmed Xoce anî ziman ku Îtîlaf û ENKSʹê berpirsên rijandina xwîna gelê Kurd ê li Efrînê ne û wiha pê de çû:

“Îtîlaf û ENKSʹê bi salan digotin ku ew ê Efrîn ji PYDʹê rizgar bikin.

Encamên vê yekê îro xuya dibin!

Ev her du kom sûcdar in, qirkirina etnîkî li dijî Kurdên resen ên li Efrînê pêk tînin.

Li Efrînê dar, kevir û her tişt tên wêrankirin.

Lê tişta ku em li herêmên dagirkirî dibînin hovîtiyek e.

Ehmed Xoce tekez kir ku gelê herêmê êdî rastiya Îtîlaf û ENKSʹê nas dike.

Back to top button