Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qirêjiya hewayê

Di cîhana nûjen de qirêjiya jîngehê bûye pirsgirêkekê sereke.
Ji ber ku di nava mirovan de û heywanan de jî dibe sedema gelek pirsgirêkên tenduristiyê.
Ji ber şoreşa pîşesazî ya ji dawiya sedsala 20-an de jîngeh ewqas qirêj bûye ku niha bûye pirsgirêkek cîhanî.
Di demên dawî de tê dîtin ku qirêjî roj bi roj zêde dibe.
Li ser sedemên zêdebûna qirêjiya jîngehê, Navenda Lêkolînan a Firatê hin pêşinyar pêşkêş kirin.
Navendê pêşinyar ji Rêveberiya Xweser re pêşkêş kir.
Em bi hevre binêrin bê ev pêşinyar çine?.

Qirêjiya jîngehê yek ji pirsgirêkên herî metirsîdar e ku erd di serdema nûjen de rû bi rû ye.

Qirêjiya jîngehê dibe sedema gelek nexweşiyan û di aliyê derûnî û bedenî de jî bandorê li me dike.

Ji ber qirêjiya jîngehê, germahiya erdê me roj bi roj zêde dibe ..

Ji ber wê jî di demeke nêz de em rûbirûyê rewşeke karesat dibin.

Ji ber şoreşa pîşesazî roj bi roj hejmara kargehan zêde dibe.

Dem hatiye ku ji bo kontrolkirina qirêjiya hawîrdorê hin tedbîrên bikêr werin girtin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê asta qirêjiyê di salên borî de ,zêde dibin..

Bi taybet şetmanên erebeyan li bajarên mezin ên ji ber zêdebûna hejmara erebeyan.

Herêma Cizîrê jî mînak e.

Ji bo vê mijarê Navenda Lêkolînan a Firatê lêkolîn kir.

Li gorî lêkolîna Navendê mîqdara qirêjiyê li herêma Cizîrê ya 2021′yê di rewşa standardê de nêzî 52 hezar û 89 ton e..

Di rewşa realîstê de û piştî zêdebûna rêjeya ji sedî 30 gihaşt nêzî 117 hezar ton.

Qamişlo jî ji ber zêdebûna erebeyan û ji ber navenda bazirganî û rêveberî ya herêmê ye, di asta herî bilind de ye.

Çare çiye?

Ji bo sînordarkirinê vê yekê, Navenda Lêkolînan a Firatê gelek çareser û pêşniyar ji Rêveberiya Xweser re pêşkêş kirin.

Da ku pirsgirêka qirêjiya hewayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were çareserkirin.

Ji wan pêşinyaran:

Derbasbûna hejmarên zêde yên erebeyan çi kevn çi nûjen dibin were sekinandin.

Planeke durist ji bo sînordarkirina pêdiviya aboriya herêmê û civakê ji erebeyan re were pêkanîn.

Xebat li ser başbûna cure û kalîteya sotemeniya erebeyan were kirin.

Tevgera trafîkê li hundirê bajar û bajarokan were birêxistinkirin.

Xebat li ser birêxistinkirina rewaşa keşfkirina salane li ser şetmanên erebeyan li gel rêveberiya trafîkê were kirin.

Back to top button