Rêjîma Îranê, 2 bira bi hev re bi dar ve kirin

Rêjîma Îranê li bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê du birayên girtî yên bi navê Dariyuş Derwêşî û Daniş Derwêşî bi dar ve kir.

Li gorî rapora Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê, duh sibehê girtiyên birayên hev ên bi navê Dariyuş Derwêşî û Daniş Derwêşî ku berê ji aliyê dadgeha Îranê ve cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn, bi hev re li Girtîgeha Navendî ya Îranê ya bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê hatin darvekirin.

Li gorî raporê, birayekî din ê wan herdu birayên hatine darvekirin ê bi navê Puran Derwêşî ji bo darvekirinê birne, lê piştî herdu birayên wî hatine darvekirin, vegerandine Beşa Giştî ya Girtîgeha Urmiyê.

Ev her sê bira, xelkên gundê Dile yê ser bi Enzel a parêzgeha Urmiyê ne. Di sala 2014’an de bi idî’aya kuştina du welatiyên bi navê Kelam û Akîf Yusif ku ew jî bira bûn hatin girtin û piştre cezayaê darvekirinê li wan hate birîn.

Leave a Reply

Back to top button