Ayşe Efendî: Dîtina Serokatî ji bo min şansek bû

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herême Firatê Ayşe Efendî ku rêber Apo dîtiye dibêje: ”Ji aliyê axaftinê û seknê ve heybeteke Serokatî hebû. Dîtina wî ji bo min şansek bû.”
Ayşe Efendî anî ziman ku ew ê careke din rêber Apo li Kobanê hembêz bikin.

Dema Rêber Apo hat Sûriyê gelek kesan berê xwe dan cem wî û ew dîtin.

Yek ji wan kesan jî Ayşe Efendî ku bi navê Dayika Kobanê tê naskirin.

Ayşe di heman demê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herême Firatê ye.

Ayşe Efendî ji Ajansa Mezopotamyayê re behsa dema hevnasînê xwe ya bi Rêber Apo re kir.

Ayşe Efendî dibêje dema wê Rêber Apo dît temenê wê 22 salî bû û ev tişt anî ziman:

”Di salên 1980’yî de min li Helebê dixwend. Wê demê serokatî hat Helebê.

Bi gel re civînek dihat lidarxistin û em jî wê deme ji bo Serok bibînin beşdar bûn.

Serok li ser çand û hunerê axivî.

Min digot ez ê çawa Serokatî bibînim, dema min ew dît ez ê çi bêjim?

Ji aliyê axaftinê û seknê ve heybeteke Serokatî hebû.

Yek bi yek çavê xwe digerand, dixwast kesên derdorê nas bike.

Dîtina Serokatî ji me re şensek bû.”

Ayşe Efendî: Rêber Apo aliyên Kurdistanê gihandin hev

Ayşe anî ziman ku paradîgmaya Rêbertî aliyên Kurdistanê gihandin hev û wiha domand:

”Paradîgmeya serokatî her çar aliyên Kurdistanê gihandin hev.

Heq û hiqûqa jinê pê da naskirin. Fikrê wî ji bo hemî cîhanê ye. Divê her kes bixwîne.

Çareseriya Rojhilata Navîn di destê Serokatî de ye.”

”Berxwedana gel komploya navneteweyî têk bir”

Ayşe Efendî diyar kir ku komploya li dijî rêber Apo bi berxwedanê têk çûye û got:

”Bi salan li ser girtina Serokatî plansazî hatin kirin.

Hemû cîhan li ser Serokatî bû yek û ew radestî tirkan kirin.

Girtina Serokatî xemgîniyeke mezin bû, lê gelê kurd li dijî vê yekê bû yek.

Berxwedan gel hişt ku ev komplo têk biçe.”

”Em ê careke din serok li Kobanê hembêz bikin”

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herême Firatê wiha axaftina xwe bi dawî kir:

”Banga me ji gelê Kurd re ku berxwedana xwe bidomînin.

Û ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo hîn bêtir hewl bidin û çalakiyan li dar bixin.

Çawa cara ewil Serokatî hat Kobanê, bila cardin were û em serok cardin li Kobanê hembêz bikin.”

Back to top button