Li Senatoya Emerîkayê hat erêkirin, Tirkiyê jî balyozê Emerîka vexwend

Senetoya DYE’yê pêşnûmeya Qirkirina Ermeniyan bi piraniya dengan erê kir û Tirkiyê jî weke her car ev yek red kir û balyozê Emerîkayê li Tirkiyê vexwendî balyozxaneyê kir.

Senetor Rob Menendez li ser hesabê xwe yê tevna civakî daxuyaniyek da û ragihand ku li Senetoya DYE’yê pêşnûmeya Qirkirina Ermenan a ku Osmaniyan pêk aniye, hatiye erêkirin.

Li dijî vê biryarê jî wezareta derve ya dewleta Tirk balyozê Emerîkayê li Tirkiyê vexwendî balyozxaneyê kir.

Her wiha Birêveberê ofîsa Erdogan Fexireldîn Altun jî diyar kir ku tevgera hinek endamên Kongressê zererê digihînin têkiliyên wan û Emerîkayê û got:

Ev biryar tirsnak e û kesên ev biryar standine, wê navên wan di dîrokê de bimîne.

Pêşnûmeya ku meha borî di Meclisa Nûneran re derbas bûbû, wê ji bo Serokê DYE’yê Donald Trump bê şandin.

Qesra Spî pêşnûmeya ku dibe sedemê di navbera Tirkiye û DYE’yê de rê li ber aloziyê vebe, berî niha bi sê caran asteng kiribû.

Komisyona derve ya Senetoya Emerîka pêşniyar biryara cezakirina Tirkiyê bi piraniya dengan erê kir.

Leave a Reply

Back to top button