Li gorî encamên hilbijartina Cezaîrê Abdulmecîd Tebon biseket û bi vê yekê Tebon bû serokê 8. yê Cezairê .
Serokê Desteya Hilbijartinê ya Cazairê Mihemed Şerfî ragihand ku Serokwezîrê berê Abdulmecîd Tebon ji sedî 58,15 deng girt û bû Serokê Cezaîrê.
Desteya Hilbijartinê da zanîn ku Tebon 4 mîlyon 945 hezar û 116 deng di hilbijartinan de girtiye.
Herwiha desteyê diyarkir ku li gor vê encamê êdî pêwîstî li gera duyemîn ne maye û Tebon di gera yekem de bû Serok.
Mihemed Şerfî da xuyakirin ku bi giştî 24 mîlyon û 474 kes di hilbijartina Cezaîrê de deng bikaranîne û ji wan 914 hezar kes li derveyî welat deng bikaranîne.



