Malbata şehîdê enternasyonalîst Konstantîn Gedîg: Emê hesab ji Tirkiyê bipirsin

Malbata enternasyonalê Alman Konstantîn ê li Serêkaniyê di Cotmeha 2019’an de ji aliyê dewleta Tirk ve hate şehîdxistin, li qada Şoreşa Rojava geriyan û destnîşan kirin ku wê têkoşîna kurê xwe dewam bikin.

Malbata Konstantîn di dema serdana Rojava de ev peyam dan:

“Di roja bîranîna şehîdên enternasyonalîst de ji bo me rûmeteke mezin e ku li pêşberî we diaxivin.

Konstantîn ji bo tevlî nava şerê li dijî DAÎŞ’ê bibe beşdarî nava Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû.

Konstantîn bû Heval Andok Cotkar.

Andok Cotkar li qada şer weke kedkarekî tenduristiyê xebitî. ”

“Emê heta bi destxistina cenazeyên zarokên xwe têbikoşin”

Malbat da zanîn ku dewleta Tirk dest daniye ser cenazeyên zarokê wan û ev tişt anîn ziman:

“Ji ber ku dewleta Tirk dest danî ser cenazeyê wî tirbeke wî nîne.

Em zanin ku hîn gelek malbatên şehîdan nekarîn cenazeyên zarokên xwe veşêrin.

Divê Tirkiye bi vê zanibe ku dayik û bav ên van zarokan heta hebin wê ji bo avakirina tirba wan têkoşîna xwe dewam bikin.”

Back to top button