QSD’ê li Dêra Zorê operasyonek befireh pêk anî, 24 çete girtin

QSD’ê ragihand ku wan şaneyek veşartî ya DAIŞ’ê li gundewarê Rojavayê Dêra Zorê jihevxist.

QSD’ê diyar kir ku wan bi hevkariyê hêzên ewlekariya Hundirîn operasyoneke berfireh li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê, 23’ê Gulanê li herêma Cezira El-Buhemîd li Dêra Zorê û hin kampên bêserûber pêk anî.

QSD’ê da zanîn ku wan di vê operasyonê de 24 çete, di nava de 3 çeteyên ku endamê meclisa zagonsaz a Dêra Zorê Mueyde El-Reyaş roja çarşema borî kuştibûn girtin û jimarek destê wan di hin êrîşên cejna Remezanê de hebû, hatin girtin.

Her wiha jimareke mezin a bombeyên destan, çek, dermanê hişbir û belgeyên tewanbariya çeteyan di êrîşan de piştrast dike, hatin desteserkirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk teqez kir ku, ew ê têkoşîna xwe li dijî şaneyên DAIŞ’ê û aliyên ku hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin, berdewam bikin.

Back to top button