MSD: Em beşdarî van hilbijartinên nerewa nabin

Meclisa Sûriya Demokratîk-MSD’ê ragihand ku ew ê beşdarî hilbijartinên serokatiya Sûriyê yên nerewa nebin.

MSD’ê diyarkir ku ti têkiliya wan bi van hilbijartinên nerewa û berovajî biryara navdewletî ya jimar 2254 tune ye.

MSD’ê da zanîn ku hikûmeta Şamê û opozisyon, ji hemû sûcên der heqê gelê Sûrî û astengkirina guftûgoyên çareya siyasî de, berpirs in.

MSD’ê got:

“Berî çareseriya siyasî, berdana girtiyan, vegera koçber û penaberan, danîna bingehine nû bo avakirina siyaseteke bêzordestî, her wiha naskirina mafên hemû pêkhateyên Sûriyê, em ti hilbijartinan nas nakin û dê beşdarî wan nebin.”

Back to top button