Yusiv: Egera derketina pirsgirêkan di navbera Iraq û Başûr de heye

by ehmad aseed
88 views
Piştî îstifaya Adil Ebdulmehdî ya ji bo serokwezîrtiya Iraqê, niha ji bo rêveberiya Iraqê hikumeteke demkî wê were avakirin.
Endamê Lijneya Sererastkirina Destûra Iraqê Dr. Yusiv Mihemed da zanîn ku divê Kurd lihevkirina navbera Bexda û herêmê de ne bi hikumeta demkî, lê divê bi hikumeta nû re îmza bikin.
Yusiv destnîşan kir ku ger Kurd bi awayek rêkûpêk neçin qonaxa sererastkirina destûrê, wê metirsiyek mezin li ser deskeftiyan çêbibe.

Endamê Lijneya Sererastkirina Destûra Iraqê û Serokê Koma Tevgera Goran ya li Parlametoya Iraqê Dr. Yusiv Mihemed li ser bandora îstifakirina Adil Ebdulmehdî a li ser peywendiyên dinavbera Bexda û Herêma Kurdistanê de ji ajansa Rojnews re axivî.

Dr. Yusiv Mihemed da zanîn ku wê îstifakirina Adil Ebdulmehdî bandora xwe bihêle, ji ber ku hikumet wê bi be hikumetekî demkî.

Yusiv divê Kurd lihevkirinê bi hikumeta bê re îmze bike û ev tişt anî ziman:

Divê dengdayîna Kurdan jibo hikumta nû, li ser bingehê çareserkirina pirsgirêkên Bexda bi Herêma Kurdistanê re be.

Aloziya li Iraqê
Yusiv: Ji bo Başûrê Kurdistanê metirsiya sererastkirina destûra nû heye

Yek ji metirsiyên din yên îstifakirina Adil Ebdulmehdî a ji bo Kurdan, sererastkirina destûrê ye.

Ji ber ku nayê zanîn wê dema bê de desthilata Iraqê hemberî Kurdan çawa be.

Bi taybet jî di vê dema ku hewldanên ji bo guhertina sîstema Iraqê ji parlamenteriyê ber bi serokatiyê ve.

Aloziya li Iraqê
Yusiv: Divê hemahengiyek li gel nûnerên Kurd yên lijneya destûrê hebe

Endamê Lijneya Sererastkirina Destûra Iraqê Dr. Yusiv Mihemed metirsiyên li ser deskeftiyên kurdan di 3 qonaxand de girt dest.

1- Hemahengî li gel nûnerên Kurd ên li lijneya destûrî de hebe.

2- Goftûgokirina li gel aliyên Iraqê

3- Di nava Herêma Kurdistanê pêkanîna reforman, ji bo ku xelk li gel siyasetê aram bibe.