Li eyaleta Florida ya Amerîka careke din bagerê ziyanek mezin li pey xwe hişt.
Ji ber Bagera Nicole 2 kes mirin û 237 hezar avahî û cihê kar bê elektirîk man.
Bagera Nicole ya ku li Florîdaya Amerîka bi bandor bû, ziyanên canî û madî li pey xwe hişt.
Di daxuyaniya Serfermandariya wîlayeta Orange a li ser medyaya civakî hat ragihandin de têla elektrîkê ya ku bi tundiya bahozê qut bû bi ser jin û mêrekî ket.
Ev kes tevî hemû xebatên hewildana rizgakirinê jî jiyana xwe ji dest dan.
Ji ber bagera li seranserê eyaletê bêtirî 237 hezar mal û kargeh bê elektrîk man.
Ji aliyê din ve, Nicole wekî yekem bagera di meha Mijdarê de li DYA ketibû ye.
Ev yek jî nêzî piştî 40 salî û pêde pêk hat.