NY ji Talîbanê xwest rêz li mafê mirovan bigre

Rêveberiya Talîban careke din di armanca NY de bû.
Dîwana Giştî ya NY bang li Talîbanê kir ku rêzê ji mafê mirovan re bigre û pêşnûmeya derbarê wî de erê kir.

Li Efxanîstanê xeyalên azadiyê bi serweriya Talîbanê ya li welat re têk çûn.

Azadiya mafê mirovan ji holê hate rakirin, welat ji bo jinan jî veguherî zindana servekirî.

Di Dîwana Giştî ya NY ku ji 193 endaman pêk tê de, dengdan li ser pêşnûmeya biryarê ya ku Almanyayê pêşkêş kiribû, hat kirin.

Pêşnûmeya ku tê gotin, Talîban mafên mirovan binpê dike, bi taybetî jin û keçên Efxanî, nikarin hikûmeteke temsîlî ava bikin û welat di şert û mercên aborî, mirovî û civakî de têxin rewşeke pir xerab, bi dengên 116 welatan hat qebûlkirin.

Rûsya û Çîn di nav de 10 welat, bêalî man.

Di pêşnûmeqanûnê de daxwaza rêzgirtina ji bo mafê mirovan û banga derfetên jin bikarin di her qadî de bixebitin hate kirin.

Di pêşnûmaya qanûnê de, hat diyarkirin ji ber binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî jin û keçên Efxanî bi fikar e, ji Talîbanê hat xwestin ku siyaset û pêkanînên ku mafên mirovan sînordar dikin paşve vekişînin.

Di vê navberê de, Rûsya û Çîn banga lêpirsînê li ser leşkerên biyanî û tawanên wan li Efxanistanê kirin.

Balyoza Almanyayê ya li NY Antje Leendertse di axaftina xwe ya li Dîwana Giştî de diyar kir ku heta mafên mirovan neyên parastin û rêz neyê nîşandan, rêveberiyeke berfireh neyê pêşxistin û li dijî terorê têkoşîn neyê dayîn.

Piştî ku Talîbanê 15’ê Tebaxa 2021’an dest bi kontrolkirina welat kir, di warê kar, perwerde û hin qadên din ên civakî de ji jinan re astengî derxist.

Ev yek tenê di qada navnetewî de weke bertek derket.

Talîbanê li welat xwendina keçan ya ji pola 6’emîn û jortir qedexe kiribû.

Talîbanê daxuyaniyeke giştî nedaye ku keç û jin ji çalakiyên werzişî hatine qedexekirin.

Lêbelê, dema ku ji bo beşdarbûna keç û jinan li salonên werzîşxane, klûb û karsaziyên fermî an nefermî têne darizandin, gelek caran binçavkirin têne kirin.

Back to top button