Etiyopya: Ji sedî 70 kontrola Tîgrayê di destê artêşê de ye

Di navbera Etiyopya û Tîgarayê de gav bi gav aloziya heyî bi dawî dibe.
Hikûmeta Etiyopyayê ragihand ku ji sedî 70’ê herêma Tîgray di bin kontrola artêşê de ye.
Hîna danûstandinên navbera aliyan li Kenya dewam dikin.

Piştî 2 salên bi êş û koçberiyê dagirtî, li asyon Etiyopya aramî xuya dike.

Peymana navbera Etiyopya û Tîgrayê, hêviyên jiyaneke xweştir li welat dide avakirin.

Şêwirmendê Ewlekariyê yê Serokwezîrê Etiyopyayê Abiy Ehmed, Ridwan Huseyîn li ser medyaya civakî têkidarî mijarê peyamek weşand.

Huseyîn ragihand ku artêşa Etiyopyayê beşeke mezin a Tigray xistiye bin kontrola xwe û got:

“Hêzên Parastina Neteweyî ya Etiyopyayê (ENDF) ji sedî 70’ê herêma Tigray dîsa xist bin kontrola xwe.

Niha alîkariyên mirovî dewam dikin.”

Huseyîn destnîşan kir 35 kamyon madeyên xwarinê û 3 kamyon pêdiviyên tenduristiyê radestî kesên hewcedar hatine kirin.

Hevdîtinên aştiyê dewam dike

Piştî hevdîtinên hikûmeta Etiyopyayê û Eniya Rizgariya Gel a Tigray (TPLF) ya li Afrîkaya Başûr, hat ragihandin ku aliyan di 2’ê Mijdarê de li hev kirine.

Danûstandinên di navbera hikûmeta Etiyopyayê û TPLFyê de, 7’ê Mijdarê de li Kenyayê ji nûve dest pê kir.

Danûstandinên ser mijarên wekî bêçekkirin, vegerandina xizmetên bingehîn û gihandina alîkariyên mirovî yên ji bo Tîgray dewam dikin.

Serokê berê yê Nîjeryayê Olusegun Obasanjo û serokê berê yê Kenyayê Uhuru Kenyatta li ser navê Yekîtiya Afrîqayê (AfB) danûstandinan birêve dibin.

Şerê di navbera artêş û TPLF’ê yên li Etiyopyayê de ku di

4’ê Mijdara 2020’an şerê navbera artêşa Etiyopya û Eniya Rizgariya Gel a Tîgrayê despê kiribû.

Ev şer bû sedema mirina hezaran kesî û sedhezaran jî neçar man malên xwe biterikînin.

Back to top button