Artêşa Tirk êrîş birin ser gundên Minbicê, sivîlek şehîd bû

Artêşa Tirk êrîş birin ser gundên Minbicê û di encamaê de sivîlek şehîd bû.

Li gorî Nûçegihanê Ronahî TV, îro derdora saet 7 ê êvarî de, dagirkeriya Tirkiyê êrîş birin ser gundên rojava û bakur rojhilatê Minbicê.

Di êrîşan de gundên El-Kawiklî, El-Cat û El-Hûşeriyê rasîtî êrîşan hat ku malên sivîlan bûn hedef.

Di encama êrîşê de li gundê El-Hûşeriyê sivîlê bi navê Nayêf Xalid El-Efnan şehîd bû.

Nayêf Xalid El-Efnan temenê wî 27 sal e û ji penaberê bajarê Humsê ye ku li Minbicê bi cih bûbû.

Her wiha îro piştî saetên nîro de jî, dagirkeran Gundên Um Celûd, Til Seyda, Um Edesa û Dendeniyê yên rojavayê Minbicê bi çekên giran topbaran kirin.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî bersiva êrîşan dan.

Hat ragihandin ku di encama topbaranê de hin sivîl birîndar bûn.

Di saetên şevê de jî, artêşa Tirk û çeteyên wê, gundên rojavayê kantona Girê Spî topbaran kirin.

Di êrîşan de gundê Sarûc û depoyên genim ên Qizelî bi dijwarî hatin topbarankirin.

Back to top button