Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi boneya 15’ê Tebaxê gotarek nivîsî.
Dûran Kalkan diyar kir ku berxwedana azadiyê ya Kurd a nû bandoreke mezin li herêma Rojhilata Navîn kir.
Di tifaq û têkiliyên leşkerî û siyasî de yên li herêmê bi lez guhertin pêk anî.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi wesîleya Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê gotarek nivîsî.
Dûran Kalkan Cejna Vejînê li Rêber Apo, hemû hevrêyên partiyê pîroz kir û got:
“Pêngava 15’ê Tebaxa Sala 39’an li pey xwe dihêle û dikeve sala 40’emîn.
Bi vî rengî sala berxwedan û azadiyê ya 40’emîn a Kurdan destpê dike.
Li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat Kurd vê mîlada azadiyê bi çalakiyên cihêreng pîroz dikin.
Di serî de li Zap, Avaşîn û Metînayê li her qada Kurdistanê gerîla bi çalakiyên serketî vê pêngava mezin pîroz dikin.”
“Berxwedêrên rojiya mirinê sîstema dewleyta Tirk têk birin”
Dûran Kalkan qala berxwedaniya berxwedêrên rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê jî û ev nivîsî :
“Kadro û sempatîzanên PKK’ê , ji 21’ê Adara 1982’an û pê ve bi pêşengiya Mazlûman dest bi berxwedanê kirin.
Bi rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê re sîstema dewleta Tirk ji aliyê îdeolojîk ve têk birin.
Bi vî rengî hêza biryardanê ya nû ya ji bo berxwedana azadiyê afirandin.
Nîşan dan ku di nava her şert û mercî de ji bo hebûn û azadiyê berxwedan dikare bê kirin. ”
Kalkan: Berxwedana azadiyê bandoreke mezin li Rojhilata Navîn kir
“Pêngava Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê ku PKK ji aliyê taktîk û stratejîk ve veguherand hêzeke çalakiyê,
hêza gelê Kurd a ji dîrokê tê û şervaniya lehengî ya mirovên Kurd jinûve nîşan da.”
Bi van gotinan Dûran Kalkan guhertin û geşedanên ku 15’ê Tebaxê ava kir wiha nirxand.
Kalkan: Gerîlayên ku bi pêngava 15’ê Tebaxê afirîn, têk naçin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan dawiya gotarê ev nivîsî:
“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê amade ne ku di sala 40’emîn de roleke bi vî rengî hîn bi bandor û serketî bi cih bîne.
Yên ku doh li Şengal, Mexmûr, Kobanê û gelek qadên din li ber êrîşên DAÎŞ’ê rabûn û ew têk birin ev gerîla bûn.
Niha jî ji bo têkbirina faşîzma êrîşên AKP-MHP’ê ku şirîkê DAÎŞ’ê ye, li ser xeta serketinê li ber xwe didin.
Gerîlayên ku bi Pêngava Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê afirîn, têk naçin.”
Şêniyên Silêmanî û Raperînê Pêngava 15 Tebaxê vejînê pîroz kir



