Siyasetmedarê HDP’ê ji Papa daxwaza ‘Duaya Aşitiyê’ kir

Siyasetmedarê Kurd Abdullah Demirbaş ê ku ji ber rewşa siyasî li Ewropayê dijî, bi rêberê ruhanî yê Xiristiyanên Katolîk Papa Papa Francîs re hevdîtin pêk anîn. Demîrbaş ji Papa xwest ku ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd dua bike.

Hevdîtin li ser daxwaza Demîrbaş pêkhat.

Demirbaş di hevdîtinê de ji Papa Francîs xwest ku ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd dua bike.

Di hevdîtinê de Demirbaş berhema Mem û Zîn a ku ji aliyê nivîskar û fîlesofê Kurd Ehmedî Xanî ve hatiye nivîsandin diyarî Papa kir.

Her wiha Demirbaş nameyek û xalîçeyek ji Îranê ku motîfa jina Kurd li ser bû, pêşkêşî Papa kir.

Abdullah Demîrbaş: Em pir germ û erênî hatin pêşwazîkirin

Abdullah Demirbaş, di derbarê hevdîtinê de diyar kir ku Papa bi germî ew pêşwazî kiriye.

Her wiha Demîrbaş, diyar kir ku wan beriya niha bi Papa re hevdîtin pêk anîne û got, wî weke Serokê berê yê Şaredariya Sûrê û endamê Meclisa Kirklarê hevdîtin pêk aniye.

Back to top button