Şiyar Guldîken: Girtî divê demildest werin berdan

Hevserokê Şûbeya Sendîkaya Kedkarên Tendiristiyê ya Amedê diyar kir ku eger girtiyek bi vîrûsa coronayê bikev sûcdar dewleta Tirk e.

Şiyar Guldîken diyar kir ku bi derketina rewşên vîrûsa Coronayê wê rewşa girtiyan giran be, ji ber vê yekê divê demil dest girtî werin berdan .

Guldîken anî ziman ku peywira sereke ya dewleta Tirk ew ku pêşî li vîrûsê bigre û parasatina girtiyan bike.

Guldîken da zanîn ku ji bo parastina girtiyan li Amedê platformek li dar xistine tê de rêxistinên tenduristiyê yên hiqûqî û malbatên girtiyan amade bûne.

Back to top button