YPJ: Newroz tolhildan û serkeftina dîrokî ye

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê û Tevgera Kongra Star Newroza 2020 li tevahî gel pîroz kirin.

Her du aliyan diyar kir ku Newroza îsal wê bi rihê berxwedan û têkoşînê were pîrozkirin, gel wê li ber mal, kolan û gundê xwe bikin qada Newrozê.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyek nivîskî Newroza 2020 pîroz kir û diyar kir ku Newroz sembola bihara gelan e.

YPJ’ê ragihand ku Newroza 2020’an bi rihê Berxwedana Rûmetê pêşwazî dikin û destnîşan kir ku gelê Kurd, Asûrî, Fars, Tirkmen, û Êzîd bi geşkirina agirê Newrozê re roja xwe ya nû, serkeftina xwe ya li dijî zilimkaran pîroz dikin.

YPJ’ê destnîşan kir ku Newroz ne tenê cejneke, di heman demê de bi bîranîna serkeftinê li hemberî Dehaqane.

Fermandariya Giştî diayr kir ku ji bo têkbirina Dehaqên demê divê herkes bi perspektîfa Rêber Ocalan a şerê gelê şoreşgerî, nasnama xwe, hebûna, rûmeta, welat, tax û mala xwe biparêze.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê di dawiya daxuyaniya xwe de soza bilindkirina tekoşîn û berxwedanê dan.

Kongre Star li gelê Kurd, Jinan û malbetên şehîdan pîroz kir

Di heman çarçoveyê de Kongra Star Newroza 2020 li gelên herêmê, dayik, malbatên şehîdan û jinan pîroz kir.

Kongre Star şehîd Mezlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rehşan Demerel, Seme Yuce bi bîrxist û diyar kir ku bi saya wan Newroz tê pîrozkirin.

Kongre Star di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Newroz roja bilindkirina têkoşîna beramberî faşîzim, desthiladarî, zilm û zordariyê ye.

Kongra Star di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku îsal ji ber Vîrûsa Corona ew nikarin bi awayekî girseyî cejna xwe pîroz bikin, lê gel wê her mal, kolan û gund bibe qadên Newrozê.

Back to top button