Dr. Osman Îsa: Kampên Şehbayê li ber xeteriyê ne

Vîrûsa coronaa ji bo tevahî cîhanê xeteriyeke mezin ji bo bi sed hezaran koçberên Efrînê yên li Şehbayê hê xetertire.

Endamê Rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn a li Şebayê Dr. Osman Şêx Îsa diyar kir ku eger rewşeke nexweşiyek vîrûsa coronayê li Şehbayê derkeve wê encamên pir giran bi xwe re bîne.

Li gorî Dr. Osman heta niha li Şehbayê ti kes bi vîrûsa coronayê neketine.

Dr.Osman destnîşan kir ku wan pêngava pakkirinê dane destpêkirina û bi rêya erebeyan kardoryên tenduristiyê perspektîvan didin gel.

Dr. Osman anî ziman ku rejîma Sûrî li Sûriye 6 nuqteyên lezgîn ava kir, lê ji bo bi sed hezaran koçberên li Şehbayê ti ewlekariyek nehatiye girtin.

Dr. Osman bang li hemû saziyên û rêxstinên tendurstiyê kir ku alîkariya bi sed hezaran koçberên Efrînê yên li Şehbayê bikin.

Back to top button