Mecliasa Şengalê ya Derveyî Welêt: Li her qadê bi ruhê Newrozê li ber xwe bidin

Meclîsa Şengal a Derveyî Welat MŞD’ê bi daxuyaniyekî nivîskî Newroza 2020’an li Rêber Abdullah Ocalan, civaka Êzidî, hemû berxwedêrên li Rojhilata Navîn li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têdikoşin pîroz kir.

MŞD’ê destnîşan kir ku Newroz ji bo gelê Mezopotamyayê bi taybet ji bo gelê Kurd tê wateya berxwedana li dijî zilm, zordarî û faşîzmê ye.

MŞD’ê da zanîn ku zêdeyî 6 salin civaka Êzidî li dijî DAÎŞ’ê û faşîzma AKP-MHP’ê bi ruhê Newrozê li Şengalê li ber xwe dide û meşaleya berxwedanê roj bi roj li Şengalê pîroz, geş dike.

Meclîsa Şengal a Derveyî Welat bang li civaka Êzidî û hemû gelê Kurd kir ku bi ruhê Newrozê sala 2020’ê li hemû qadan ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan û hilweşnadina faşîzmê li ber xwe bidin û Ocalan azad bikin.

Back to top button