Komîsera mafên zarokan a Rûsî: Rêkarên Corona, rê nadin veguhastina zarokên Rûs ji Sûriyê

Komîsera mafên zarokan a serokatiya Rûsyayê Ana Koznîtsova ragihand ku, rêkarên ji ber vîrûsa coronayê, rê nadin veguhastina zarokan ji kampên li Sûriyê.

Koznîtsova teqez kir ku destûrên veguhastina 30 zarokî amade ne, lê rêkarên vîrûsa coronayê rê nadin veguhastina wan û dema ev rêkar rabin, ew ê jimareke mezin ji zarokên Rûs ji Sûriyê veguhêzin.

Rûsya heta niha 122 zarok ji Iraqê û 35 ji Sûriyê, veguhastine ser xaka xwe.

Koznîtsova berya niha îdîya kiribû ku wan hemû zarokên Rûs ên li Iraqê, veguhastine Rûsyayê.

Back to top button