Trump derdikeve pêşberî dadgehê!

Serokê berê yê DYA’yê Donald Trump ji roja hat li ser deshilata welat û heta niha her karî xwe di rojevê de bihêle.
Niha jî Trump bi bêdengkirina stêrkeke pornoyê re tê sûcdarkirin.
Cara pêşîn e ku wê serokekî DYA derkeve pêşberî dadgehê.

Dozgerê Manhattanê Avîn Bragg, Trump sûcdar kir.

Trump beriya Mijdara 2016’an xwestibû bêdengiya aktrîsa fîlmê pornoyê û derhêner Stormy Daîels bi 130 hezar dolarî bikire.

Li gorî medyaya Amerîkan wê îddîaname roja Sêşemê were xwendin.

Trump ê ku milyarder e diyar kir ku ‘dek û dolab li hemberî wî hatine kirin’ û ji ber vê doz lê hatiye vekirin.

Her wiha ji bo ku îddîname li rûyê wî were xwendin wê biçe dadgeha Manhattanê.

Bi vê wesîleyê bi awayekî sembolîk be jî wê ‘were girtin’, wêneyê wî were kişandin û şopa tiliyên wî were stendin.

Back to top button